Wezareta Pêşmerge dema tijekirina formên bidestxistina erd dirêj kir

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmergeya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşmergeyan ku heta niha formên bidestxistina erd tije nekirine hişyar kir.
Hat ragihandin ku ji bo dagirtina van formên, dem heta roja Pêncşemê hatiye diyarkirin.
Pêşmergeyên ku formê tije nekin, dê mafê bidestxistina erd winda bikin, ji ber ku navên wan dê ji bo ofîsa Encumena Wezîran neyên şandin.
Rêdar Mamend, endamê komîteya erd ya Wezareta Pêşmergeyan, îro Duşemê diyar kir:
“Em ji hemû Pêşmergeyên wezaretê daxwaz dikin ku di dema herî zû de formên xwe tije bikin û serdana komîteya me bikin, da ku ji mafê xwe yê erd bêpar nemînin.”
Pêşmerge hatin hişyarkirin ku ev derfeteke girîng e û divê bi lezgînî tevbigerin.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.





