Karmendên Kurdistanê ji bo mûçeyan gilî li Dadgeha Federal kirin

Karmendên Kurdistanê ji bo mûçeyan gilî li Dadgeha Federal kirin

PeyamaKurd- Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku gilînameyek ji bo derxistina fermanekê hatiye pêşkeşkirin ku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike mûçeyê mûçegirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide û wê di demeke kurt de biryar li ser bê dayîn.

Dadgehê got ku roja Yekşemê, 1ê Hezîrana 2025an, gilînameyek ji aliyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşkêşkirin, ku daxwaza dayîna mûçeyên li Herêma Kurdistanê û di dema hatiye diyarkirî de mûçedayîn berdewam bike û gilîname li gor biryara Dadgeha Federal a bi hejmara 22 û 269 a sala 2024ê berdewam bike.

Di gilînameyê de herwiha daxwaz hatiye kirin fermanek bê dayîn ku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike ku mûçeyan bide û ew yek wek bicihkirina biryara bi hejmara li jorî hatiye diyar kirin e.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin, Dadgeha Federal gilîname bi hejmara (104/Federal/2025) tomar kiriye û forma yasayî ya gilînameyê hatiye wergirtin û "daxwaza derxistina fermana parêzgar dê di zûtirîn demê de were çareserkirin."

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.