Pakêta înfazê li komîsiyona Parlamentoya Tirkiyê hate pejirandin

PeyamaKurd – Pakêta înfazê ya ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kiribû, ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê ve piştî gotûbêjên 15 saetan hate pesendkirin. Biryare pakêt li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê jî were gotûbêjkirin û di dengdanê de jî were qebûlkirin. DEM Partî ji ber girtiyên siyasî li xwe nagire li dijî pakêtê derdikeve.
Hefteya borî, Koma AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, dehemîn pakêta çaksaziyê di yasaya înfaz û cezayan de pêşkêş kir ku li gorî naveroka pakêtê, tê çaverêkirin nêzîkî 20 hezar girtî jê sûde wergirin. Herwiha derdora 2 hezar girtiyên nexweş jî tê pêşbînîkirin ku bên azadkirin.
Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Abdullah Guler derbarê pakêtê gotibû: "Pakêt sererastkirina yasaya cezayan û heşt yasayên din li xwe digire û ji 30 madeyan pêk tê. Armanca me ji sererastkirinê, pêkanîna dadperweriyê ye di bichanîna yasaya cezayan de û herwiha rêgirtina li tawanan û pêkanîna asayîşa civakî ye."
Li gorî Guler daye xuyakirin, wê di sererastkirinê de 19 hezar û 800 girtî sûd werbigirin, ku cara duyemîn tawan kirine û piştî derbaskirina sê ji çarê cezayê xwe li girtîgehê, bi merc wê bên berdan. Jin û zarok dê ji sererastkirinê sûdê werbigirin. Herwiha, tê pêşbînîkirin ku 1500 heta 2 hezar girtiyên nexweş ji sererastkirinê sûd werbigirin.
Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, zêdetirî 403 hezar kes li girtîgehên Tirkiyeyê hene.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rexneyê li pakêtê digire bi sedema ku girtiyên siyasî li xwe nagire û newekheviyeke darazê pêk tê.
Cîgirê Serokê DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihandiye, di pakêtê de kêmasiyên gelek cidî hene û hêviyên wan cih negirtine. Temellî dibêje: "Mijara herî girîng ew e ku pakêt sererastkirina yasaya girtiyên siyasî li xwe bigire, lê di pakêtê de ev yek nîne. Ji ber vê yekê em ê kar bikin û hewl bidin kêmasiyên pakêtê ji holê rakin."
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




