Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin

PeyamaKurd – Li Kela Zerzewanê ya ku dikeve navbera navça Çinar û bajarê Mêrdînê û xwediyê 3 hezar sal dîrokêye, bo xwendevan di bin stêrkan de guhdariya piyanoyê bikin, ahengekî li dar xistin û xwendevan di şevê de çavdêriya semayê ya stêran kirin.
Zarok tevî ahenga ‘Di bin stêran de zanist û huner’ bûn û di ciyekî dîrokî de tecrubên hunerî û ceribandinên zanistî jiyan. Zarok bi teleskopê li semayê nihêrtin û li stêran temaşe kirin.
Ahenga navborî bi serpereştiya mamosta muzîkê ya Navenda Huner û Zanistê ya Yenişehirê Dilan Atabay Geçkin û mamsotê zanista fenê yê Navenda Hunerê û Zanistê ya Farqînê (Silvan) Azad Kırtay de hat kirin.
Xwendevanên navenda Yenişehirê li piyanoyê guhdarî kirin û bi teleskopê li semayê temaşe kirin. Malbatên zarokan jî bi zarokên xwe re çûbûn kela Zerzewanê.
Mamosta muzîkê Dilan Atabay Geçkin behsa li ciyên dîrokî de çawa huner û stêrkan digihînin hev kir. Geçkin got:
“Mekanên weha bo zarokan dikekî bêhempaye. Heya mirov di mekanekî sergirtî de ahengan bike, mirov li mekanekî weha dîrokî derê ser dikê, baweriya mirov zêdetir dike. Xwendevan gelek razî ne û em dibînin. Armanca ahengê, em welî û xwendevanan di bin stêrkan de bi zanist û hunerê re rû bi rû bikin.”
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




