Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê: Em hewl didin ku zimanê Kurdî di televîzyona dewletê de cih bigire

PeyamaKurd – Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa di civîneke çapemeniyê ya heftane li Şamê de, derbarê kar û çalakiyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê axivî.
Wî bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Solin Muhammed da û got ku fikra zêdekirina zimanê Kurdî li televîzyona dewletê tê lêkolînkirin, wekî beşek ji siyaseta hikûmeta nû ya ji bo vekirina derî ji ziman û çandên cihê re.
Mistefa tekez kir ku Sûriye welatekî pirzimanî û pirçandî ye, û ev yek dewlemendiyeke erênî ye ku di destûrê de jî hatiye diyarkirin.
Wî got, hemû partiyên siyasî li ser mafên çandî û zimanî li hev dikin.
Derbarê peymana di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê Mezlûm Ebdî de, Mistefa diyar kir ku ev peyman bingeha hemû lihevkirinên heta niha ye.
Hikûmetê hemû erkên xwe yên di çarçoveya vê peymanê de bi cih aniye, û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê jî divê pabendî çareserkirina pirsgirêkên cuda bin.
Ev nivîs 161 car hatiye xwendin.





