832 welatiyên Iraqê ji Kampa Holê hatin vegerandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku zêdetirî 200 malbatên Iraqî ku hejmara wan digihe 832 kesan, ji Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê hatin vegerandin.
Berpirsê nivîsgeha derketinê li Kampa Holê Şukrî Hacî ji medyaya xwecihî ya Iraqê re ragihand: "Ev ji destpêka îsal ve 26emîn karwana vegerandina Iraqiyan e bo welatê wanç Karwana vê carê ji 223 malbatan pêk tê ku hejmara wan digihîje 832 kesan."
Şukrî Hacî got: "Vegera wan malbatên Iraqî yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, bi hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de berdewam e."
Hate diyarkirin, ew malbatên Iraqî bi zêdetirî 20 otobusên Iraqî ji Kampa Holê bo Iraqê hatine veguhestin û hêzên Amerîkî ji bo misogerkirina ewlehiya gihîştina wan, hevrêtiya karwanê kirine.
Di nîvê meha Nîsanê de, 241 malbatên ku ji 865 kesan pêk dihatin, ji Kampa Holê vegeriyabûn.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê berî niha eşkere kiribû ku hejmara kesên ku ji Kampa Holê bo Iraqê hatine veguhestin, zêdetirî 15 hezar kes e, ku piraniya wan jin û zarok in.
Herwiha, zêdetirî 12 hezar û 600 Iraqiyên din ku gelek ji wan malbatên DAIŞê ne li kampê mane û li benda veguhestinê ne.
Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.




