Partiyên Herêma Kurdistanê daxwuyaniya hevpar dan: Divê mehane nebin alava zora siyasî

PeyamaKurd – Li ser daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) partiyên li Herêma Kurdistanê hene 43 partî û tevger li baregeha PDKê ya li navça Pîrmamê civînekî hevpar kirin.
Piştî civînê daxwuyaniyekî hevpar belav kirin û rexne li siyaseta hukumeta Federal ya Bexdayê kirin ku çawa li ser Herêma Kurdistanê siyaseta darayî dimeşînin.
Di daxwuyaniyê de weka rêya çareseriyê diyalog û muzakere derketin pêş. Li ser rawestandina mehaneyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de bertekê nîşan dan. Kiryarên Bexdayê li hemberê stastuya Kurdistanê û tewrekî siyasî li hemberê xelkê Kurdistanê qebûl kirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Em bawerin rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê, pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Bexdayê de di rêya kiryarên neşandina mehaneyên karkerên Kurdistanê an ku kiryara neqanûnî ya Bexdayê de, xwe nîşan dide. Bo çareseriyê rêya herî baş diyaloga bi hukumeta Bexdayê û di rêya hevdîtinan de dibe.”
Terefên tevî civînê bûn bûn hemfikir ku divê çarserî di rêya biryarên destûra Iraqê, biryarên dadgeha federal û peymanên di navbera her dû hukumetan de hatine îmzakirin de çareser bibin û teref wezîfên xwe bicîh bînin.
Di daxwuyaniyê de hat destnîşankirin ku mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdşistanê bi awayekî siyasî li hemberê Kurdistanê divê nê bikaranîn û got:
“Zora siyasî ya hukumeta federal dide ser herêma Kurdistanê pirsgirêkan kûrtir dike, dînamîkên Kurdistanê yên ku bilez diguhirin davêje pişt guhên xwe, ev siyaset ne di berjewendiya ti terefîde ye û bêîstîqrariyê çêdike.”
Terefên siyasî yên tevî civînê bûn, sipasiya hêzên Pêşmerge, mamosteyan û bi giştî ya berxwedana xelkê Kurdistanê kirin û gotin wê pêngavên bên avêtin li gor berjewendiyên xelkê bên avêtin û sozê dan.
Partiyên tevî civînê bûn ev in:
YNK, Revgera Goran, Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Yekîtiya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Rencderan ya Kurdistanê, Partiya Muhafazakarên Kurdistanê, Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê, Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê, Partiya Netewî ya Kurdistanê, Tevgera Rizgariya Demokratîk ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk ya Pêşverû ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk ya Bingehîn ya Kurdistanê, Tevgera Aştîxwazên Kurdistanê, Hevkariya Welatperweran, Partiya Rizgariya Kurdistanê- Baskê Serokatiyê, Partiya Demokrat ya Turkmen, Partiya Turkmen ya Netewî, Partiya Rizgariya Netewî ya Turkmen, Partiya Yekîtiya Turkmen, Tevgera Turkmena ya Serbixwe, Partiya Geşepêdana Turkmen, Partiya Reform ya Turkmen, Partiya Gelê Turkmen ya Iraqê, Eniya Turkmen, Tevgera Turkmen ya Demokratîk, Partiya Şafaq ya Turkmen, Partiya Îrada Netewî ya Turkmen, Partiya Turkmenelî, Lîsta Millet, Partiya Lîberal ya Turkmen, Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Keldanî, Partiya Meclisa Netewî ya Keldanî, Partiya Demokrat ya Bet Nahrain, Partiya Meclisa Netewî ya Keldani Suryani Asuri, Tevgera Şlama, Civaka Ronakbîrên Ermenî, Grûba Rêvebirên Civaka Ermenî, Yekîtiya Keldanî ya Navdewletî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).
Balkêşê berya civîn destpê bike, wezîrê kar û barên derve yê Iraqê ku ew bi xwe Kurde û hem serokê rêvebiriya darayî yê Iraqê ye, Dr. Fûad Huseyîn bilez giha civînê.
Tevî nehat ragihandin lê dibe ku hukumeta Iraqê bilez ew şandibe Kurdistanê da Kurd li dijî hukuemta Federal nekeve nav tevgerekî ji ber kiryarên Bexdayê gelê Kurdistanê û serpereştên Kurdistanê gelek aciz dike.
Di daxwuyaniya berê ya parlementerê PDKê Şaxewan Abdûllah de hatibû gotin ku wext hatiye Kurdistan ji rêvebiriya Bexdayê vekişe.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




