Mesrûr Barzanî: Xelkê Kurdistanê ti carî dest ji mafên destûrî bernade

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, bi berpirsên liqên PDKê yên ku erkê berpirsiyariya liqan wergirtine civiya.
Cîgirê Serokê PDKê rênimayiyên pêwîst da wan û ew raspardin ku di asta erkên xwe yên girîng de bin, nêzîkî xelkê bin û bi awayekî baştir û zêdetir xizmeta xelkê bikin.
Mesrûr Barzanî tekez kir, PDK ji bo parastina mafên xelkê Kurdistanê hatiye damezrandin û armanca sereke ya PDKê xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.
D civînê de behsa guhertin û geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê hat kirin û Mesrûr Barzanî got ku xelkê Kurdistanê ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernade û divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên wê bê girtin. Ji bo vê armancê jî, PDK wekî her carê, di çepera pêşîn a parastina mafên gelê Kurdistanê de ye.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.





