Ji Amerîkayê pêşniyareke nû bo Îranê

Ji Amerîkayê pêşniyareke nû bo Îranê

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand ku hempîşeyê wî yê Umanî Bedr el-Busaidî di serdaneke kurt a Tehranê de, şertên pêşniyara Amerîkî ya nû ji bo gihîştina rêkeftina atomî pêşkêş kiriye.

Araqçî li ser platforma X got: "Îran dê li gorî prensîb, berjewendiyên neteweyî û mafên gelê Îranê bersiva pêşniyara Amerîkî bide."

Araqçî beriya gera şeşemîn a danûstandinan di navbera Waşington û Tehranê de ji bo çareserkirina nakokiya dehsalan a li ser bernameya atomî ya Îranê ev daxuyanî da ku hîn ti dîrok an cih nehatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, Tehran û Washingtonê di hefteyên dawî de pênc gerên danûstandinan li ser bernameya atomî ya Îranê li dar xistin û Amerîkayê daxwaz kiriye ku Îran dev ji dewlemendkirina uranyûmê berde û heta niha Îranê ew pêşniyar red kiriye.

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.