Hindistanê cara yekeme qebûl kir ku Pakistanê balafirên wan xistiye

Hindistanê cara yekeme qebûl kir ku Pakistanê balafirên wan xistiye

PeyamaKurd – Hindistanê cara yekeme ku qebûl kir Pakistan balafirên wan xistine. Serokerkanê Hindistanê Anil Çauhan got:

“Ya girîng ew e ku çima ketine. Ev bo me girîngtire. Paşî me çi kiriye ew bo me hêjî gîrîngtir e.”

Serokerkan cara yekeme ku diaxife. Di axaftina xwe de got ku ne raste ku Pakistan 6 balafirên Hindistanê xistine û weha dewam kir:

“Ya girîng ne ew e ku çi agahî didin. Ya girîng ku çima ketine û paşî me çi kiriye ew bo me girîngtire. Di firandina balafiran de xetayên taktîkî hene. Ya girîng ku em xetayên xwe bizanibin û sererast bikin. Divê em karibin 2 roj bi şûnde bicîh bînin û ji bo li hedefan bixin, em karibin balafirên xwe bi hewa bixin.”

Di 22yê Nîsanê de li Hindistanê 26 geştiyar hatibûn kuştin û Hindistanê grûbên ku li Pakistanêne, ji wan berpirs digirt.  Lewra êrîşê ciyên ku biryara kuştina wan geştiyaran dabûn xistin lê Pakistan înkar dikir ku ji Pakistanê biryara lêdana geştiyaran derketiye.

Pakistanê ragihandibû ku di şer de 6 balafirên Hindistanê xistine ku 4 ji wan malên Fransayê yên Rafale bûn.

Hindistan, nabêje ku balafirên wan ji aliyê Pakistanê nehatine xistin lê jimaran înkar dike.

Ji ber Tirkiye destekê da Pakistanê û berê sîstema bergiriya hewayî ya bi doranan (İHA-SİHA) ji Pakistanê re ava kiribû û balafirên Hindistanê bi dronên Tirkiyê hatibûn xistin, niha navbera Tirkiyê û Hindistanê xweş nîne û Hindistan li hemberê Tirkiyê bi Yûnansitanê re hevkariyê dike.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.