Îsraîl li Sûriyê li hedefên leşkerî xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku li bajarê Lazkiyê li tûgaya 107em û li bajarê Tartûsê li qişlayekî leşkerî xistiye. Îsraîlê ji hewa de êrîşê her dû hedefan kir.
IDF, di daxwuyaniya xwe de got balafirên wan li Lazkiyê li ciyê sîstema parastina hewayî, li kompleksa wan xistiye û fuzeyên ku li wan xistiye, ji bo navdewletî û seyrûsefera deryayê ya Îsraîlê tehdîd bûn.
Artêşa Îsraîlê her weha li bajarê Tartûsê li qişla leşkerî xistiye lê girîngiya lêdana Îsraîlê ya li Tartûsê çiye negot.
Bajarê Lazkiye, ji aliyê Sûriyê de bo sîstema parastina hewayî gelek girîng bû ji ber ku balafirgeha herî mezin ya Rûsyayê li wê derê bû û li ser Derya Sipî tehdîd bû. Bajarê Tartûsê jî ji ber ciyê geştiyariyê û hem temamê balyozxanên biyanî li wê derê bûn, ji aliyê rejîma berê de baş dihat parastin.
Heya niha Sûriye di mijarê de ti daxwuyaniya fermî neda.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




