Dadgeha Bilind ya DYAyê siyaseta Trump ya derkirina koçberan qebûl kir

Dadgeha Bilind ya DYAyê siyaseta Trump ya derkirina koçberan qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump û rêvebiriya xwe biryara ji 500 hezarî zêdetir koçberên ku ji Kuba, Haiti, Nîkaragua û Venezuelayê çûbûn Amerîkayê dixwaze wan ji Amerîkayê paşde bişîne welatê wan û biryara rêvebiriya DYAyê biribûn heya dadgeha bilind. Dadgeha bilind biryarê bi 7 dengên erênî û 2 dengên neyînî da.

Dadgeha bilind jî biryara rêvebiriya DYAyê qebûl kir û bi vê biryarê rê li ber rêvebiriya Trump vebû ku koçberên ji welatên navborî dersînor bike.

Bi biryara dadgehê ya îro, wê rêvebiriya Trump karibe bi statuya koçberan ya yasayî ya bi sedhezarî koçberan betal bike.

Lê wê dosya ji dadgeha bilind here ya Bostonê dadgeha 1em ya temyîzê.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.