Ji Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozbahiya 50 saliya YNKê

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozbahiya 50 saliya YNKê

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê salvegera 50yemîn a damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi peyamekê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Di 50 saliya damezirandinê û Jubileya Zêrîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we yên birêz û serokatî û tevahiya endam û cemawerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim, hêviya serkeftin û bipêşketina berdewam a we dixwazim.”

Di berdewamê de li ser rola Mam Celal Talebanî hate gotin, “Di vê bibîranînê de, em bi rêzdarî avakarê Yekîtiyê, Xwedê jê razî Serok Mam Celal Talebanî û hemû wan şehîd û têkoşeran bi bîr tînin ên ku di rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, qurbanî ji bo azadiyê dane. Karwanê pênc dehan ê xebat û tekoşîna Yekîtiyê, hêjayî rêz û pêzanînê ye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Em tekeziyê li amadeyî û rola girîng a Yekîtiyê di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê de dikin. Hêvîdar in ku ev bibîranîn bibe sedemeke bihêz a xurtkirina yekrêziya niştimanî û bihevrebûna hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê ji bo berengarbûna astengiyan. Her wiha ji bo karkirina hevbeş a ji bo parastina destkeftî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û misogerkirina paşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re.”

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.