Karbidestekî Iraqî: Vekişîna Kurdan, dê dawiya Iraqê bîne

PeyamaKurd – Karbidestê Iraqî Meşan Cibûrî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê ev daxuyanî da:
“Kurdan di hilweşandina rejîma Sedam de beşdariyeke girîng kirin. Vekişîna Kurdan ji pêvajoya siyasî ya Iraqê dê ne hêsan be, ew ê welêt bihejîne.”
Meşan Cibûrî got, ”Ji bo Iraqê dê pir zehmet be ku berpirsiyariya bertekên li hember vê biryarê bigire ser xwe.” û destnîşan kir ku vekişîna Kurdan dê bibe sedema hilweşîna beşek ji rewatiya neteweyî ya welêt.
Karbidestê Iraqî di peyama xwe de weha dawî li daxuyaniya xwe anî:
“Ji bilî diyalogê ti alternatîfek din tune.”
Ji aliyê din ve, Lijneya Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê civiya.
Hate diyarkirin ku di civînê de dê li ser Iraq, Herêma Kurdistanê û rewşa heyî ya herêmê nîqaş bên kirin.
Piştî civînê, helwêsta partiyên siyasî yên Kurd li hember biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya nexerckirina maf û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê were ragihandin.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




