Îsraîlê 2 serpereştên Hamasê kuşt

Îsraîlê 2 serpereştên Hamasê kuşt

PeyamaKurd – Hêzên bergiriya Îsraîlê di 13ê Gulanê de li Xan Yûnisê di operasyonekî de serokê qanada leşkerî yê Hamasê Muhammed Sinwar û fermandarê Tûgaya Refahê Muhammed Şebane kuşt. Hêzên Bergiriya Îsraîlê di ser hesabê xwe yê medya civakî ya Tirkî de weha got:

“Di 13ê Gulana 2025an de di operasyonekî hevpar de li Xan Yûnisê ji terefê balafiran de êrîş birin ser serpereştê qanadê leşkerî Muhammed Sinwar û ew ji nav birin. Di heman êrîşê de fermandarê Tûgaya Refahê Muhammed Şebane jî ji nav hat birin.

Terorîst, di wexta operasyonê de li Xan Yûnisê li navenda fermandariya ku di bin Nexweşxana Ewrûpayê de bûn, gelek zahmet bû ku em lêxin ji ber der û dora wê derê bi nûfûsên sîvîl qelebalix bû. Di dema lêdanê de noqte bi hezir hatin tesbîtkirin da zerar negihê sîvîlan. Ji ber wê, me xebatên îstîxbaratî baş kir. Meşa xebatên nexweşxanê ji êrîşê bandorê nedît.

Muhammed Sinwar, yek ji navê di asta bilind de û bi tecrube û kevnê Hamasê bû. Di operasyona ser Îsraîlê ya di 7ê Cotmehê de roleka wî ya girîng hebû. Muhammed Şebane jî yek ji plankerê êrîşa 7ê Cotmehê û bicîhanînerê wê bû û li başûrê Şerîda Xezayê ji desteserkirina gelek rehîneyan berpirs bû.

Di wexta şerê Şûrên Hesin de, di temamê pêvajoyê de ji devera tûgayên Refahê bo avêtina gelek roketan yên ser axa Îsraîlê wezîfedar bû û li Xezzayê li hemberê hêzên bergiriya Îsraîlê gelek planên terorî îdare kiribû.

Hêzên bergiriya Îsraîlê û Şin Bet, kesên ku tevî plana êrîşa 7ê Cotmehê bûne û kirine, yên ji bo hemwelatiyên Îsraîlê tehdîdin, her terorîstî ji bo em ji nav bibin, em ê xebata xwe dewam bikin.”

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.