Erdoğan, di rêya telefonê de bi serokên 2 dewletan re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Somaliyê Hasan Şêx Mehmûd û bi serokê Bûlgaristanê bi Radev re axifî.
Di axaftina bi Mehmûd re behsa têkiliyên navbera her dû dewletan yên siyasî, leşkerî û hevkariya aborî kir. Li gor ragihandina serokatiya gihandinê ya serokkomariya Tirkiyê; bi serokê Somaliyê re li ser têkiliyên duqolî, mijarên herêmê û kureyî axifîne. Erdoğan ragihand ku wê desteka Tirkiyê ya li hemberê terora li dijî Somaliyê dewam bike.
Tirkiye her weha wê bi Somaliyê re di seha masîgeriyê, enerjiyê û di sehayên din de hevkariya wê dewam bike. Erdoğan ji niha de cejna Qurbanê ya Mehmûd pîroz kir.
Di axaftina bi serokkomarê Bûlgaristanê bi Radev re, behsa têkiliyên navbera her dû dewletan, pisrgirêkên herêmî û yên kureyî kirin. Her dû serok bûn hemfikir ku di seha sanayiya bergiriyê, enerjiyê û sehayên din de hevkariya xwe pêş bixin.
Erdoğan her weha ji ber salvegera rojbûna Radev nêze, rojbûna wî ji niha de pîroz kir.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




