Hêzên asayîşa Îranê li Sîstan û Belûcistanê 5 kesan desteser kir

Hêzên asayîşa Îranê li Sîstan û Belûcistanê 5 kesan desteser kir

PeyamaKurd – Sê roj berê di 28ê Gulanê de li eyaleta Sîstan û Belûcistanê li navça bi navê Adimi ya bi ser bajarê Zabolê de, 5 kes hatin desteserkirin.

Di nav wan 5 kesan de Riza Cewadî (26), Yunus Arbabî (27), Muhammed Seyyad Arbabî, Sajad Larîjanî û Macid Arbabî hene. Dema her 5 kes ji bajarê Zabolê bi 2 erebeyan diçûn Meşhedê, li Bardaskanê ji aliyê hêzên asayîşê de, dane sekinandin û wan xistine binçav. Dema wan girtine bê fermana desteserkirinê nîşanî wan bidin wan girtine.

Tevî pirsîna malbatên wan, dewlet bersiva malbatan nade ku li ku derêne, çima hatine desteserkirin, rewşa wan çiye û dahatûya wan dê çi be.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.