Pedersen û Serokê Lubnanê vegera penaberên Sûrî gotûbêj kir

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen, li Beyrûdê bi Serokê Lubnanê Joseph Ewn re civiya.
Hate ragihandin ku di hevdîtina ku Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî li Lubnanê Jeanine Plasschaert jî amade bû de, vegerandina penaberên Sûriyê bo welatê wan hate gotûbêjkirin.
Serokatiya Lubnanê ragihandiye ku di civînê de, geşedanên dawî yên Sûriyê û Lubnanê di hevdîtinê de hatin axaftin.
Herwiha behsa rewşa sînorê Lubnan-Sûriyê û penaberên Sûrî yên li Lubnanê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Ewn tekez kiriye ku doseya penaberên Sûrî ji bo Lubnanê sereke ye û wî rewşa wan li gel serkirdayetiya Sûriyê gotûbêj kiriye, taybet piştî rakirina sizayên Amerîkayê".
Herwiha li ser sînorê Lubnan û Sûriyê jî Josef Ewn daye zanîn ku rewş li wir aram e.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.