Pûtîn piştî êrîşa Ukraynayê konseya ewlehiyê civand

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî êrîşa bi drone ya mezin a Ukraynayê, lijneya ewlehiyê kom kir.
Li gorî çavkaniyên Servîsa Ewlekariya Ukraynayê (SBU) êrîşa ku bi navê "Operasyona Mala Spider" û piştî amadekariyên nêzî sal û nîvekê hat kirin, di bin çavdêriya rasterast a Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de hatiye kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de balafirên bêmirov ên bi tîpa FPV ketine nav axa Rûsyayê, paşê ji dûr ve banê kabînên darîn ên gerok ên li ser kamyonan hatine bicihkirin vekirine û balafirên bêmirov êrîşî baregehên hewayî yên stratejîk ên li Rûsyayê kirine.
Ukraynayê îdia kir ku di encama êrîşan de zêdetirî 40 balafirên hêzên hewayî yên Rûsyayê hatine derbkirin û 2 milyar dolar zirar çêbûye û hat destnîşankirin ku di balafirê de TU-95 ("Hirç"), TU-22M3 û A-50 hene. Di dîmenan de tê dîtin ku yek ji dronên ku beşdarî êrîşê bûye ji kabîneya li ser kamyonê radibe û peywira xwe pêk tîne.
Piştî van geşedanan Pûtîn Konseya Ewlekariyê kom kir û bi endamên konseyê re li ser stratejiya ku wê li dijî êrîşên zêde yên Ukraynayê bişopîne gotûbêj kir.