Li Çewligê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd- Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, îro 1ê Hezîranê danê nîvro erdhejeke bihêz çêbû.
Li gorî daneyên AFADê (Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan), îro li demjimêr 12.26an li navçeya Gêxî ya Çewligê erdhejek bi mezinahiya 4.4 pileyan erdehjekê rû da.
Erdhej bû sedema tirs û panîkê ku li bajarên derdorê jî hest pê hate kirin. Heta niha ti ziyaneke wê erdhejê nehatiye ragihandin.
Ev nivîs 143 car hatiye xwendin.




