Di bin siya aştiyê de… Rûsya: Me 2 cih girtin!

PeyamaKurd ‐ Di dema ku hewldanên agirbestê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 2 mezrayên li bajarên Sumy û Donetsk girtine.
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi hewldanên gelek navbeynkaran hewl tê dayîn bi dawî bibe. Tê payîn ku di 2ê Hezîranê roja Duşemê de di navbera heyetan de civîneke nû pêk were.
Di dema ku ev hemû geşedan diqewimin, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li herêmên Sumy û Donetsk ên Ûkraynayê 2 cih girtine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê li eniya li Ûkraynayê bi pêş ve diçin û hat gotin, "Vodolagi li herêma Sumy û taxa Novopolê ya Komara Gel a Donetskê hatin rizgarkirin."