Ukrayna: Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de 12 kes mirin

PeyamaKurd – Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê 7 fuze û 472 balafirên bêmirov (ÎHA) avêtine û herî kêm 12 kes mirine.
Ûkrayna û Rûsya beriya hevdîtinên aştiyê yên sibe li Stenbolê dest bi êrîşan dikin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, Rûsyayê 3 moşekên balîstîk, 4 moşekên krûz û 472 balafirên bêmirov avêtine herêmên cuda yên Ûkraynayê.
Di êrîşa moşekî ya li ser navenda perwerdeyê de herî kêm 12 Ukraynayî hatin kuştin û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê Ukraynayê ve hat ragihandin ku li herêma Melîtopol a herêma Zaporizhia ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin êrîş li trêneke artêşa Rûsyayê hat kirin û rêya trênê ya ku trên tê de bû hat teqandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Rûsyayê trênê weke 'depo' bi kar aniye.
Hat diyarkirin ku "Depo (trên) demkî ber bi Kirima dagirkirî ve diçû. Di encama teqîna li ser xeta trênê de trêna bi tankên sotemeniyê û wesayitên barhilgir ber bi jêr ve çû. Li herêma Zaporizhia û Kirima dagirkirî ji bo Moskoviyan xeteke lojîstîkê ya girîng têk çû."
Ukraynayê jî ragihand ku herî kêm 40 balafirên Rûsyayê hatine xistin.





