Hamasê bersiva plana Amerîkayê da!

PeyamaKurd ‐ Tevgera Hamasê bersiva pêşniyara agirbesta Xezeyê ya Amerîkayê da. Hamas, ku daxwaza guhertinên di pêşnûmeyê de kir, daxwaza vekişîna leşkerî ya Îsraîlê, gihandina bê astengî ya alîkariyên mirovî û bernameyek ji bo guhertina girtiyan dike.
Hamasê bi şert û merc bersiva pêşniyara agirbesta Xezeyê ya Amerîkayê da.
Hamasê bi taybetî daxwaz kir ku daxwazên wê yên wek pevguhertina girtiyan, gihandina bê astengî ya alîkariyên mirovî û vekişîna tam a artêşa Îsraîlê ji Xezayê were garantîkirin.
Lê nûnerê taybet ê Amerîka yê ji bo Rojhilata Navîn Steve F. Wietkoff têkildarî daxwazên Hamasê got, "Ev bersiv bi temamî nayê qebûlkirin."
Pêşniyara guhertinên Hamasê:
Di pêşniyarên nivîskî yên Hamasê de sernavên herî girîng rawestandina şerê li Xezzeyê ji bo 60 rojan, pevguhertina girtiyan bi Îsraîlê re û gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng in.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.