Li Nexweşxaneya Hamburg a Almanya şewat: 3 mirî, 54 birîndar

Li Nexweşxaneya Hamburg a Almanya şewat: 3 mirî, 54 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, şeva borî di nexweşxaneyekê de şewatek derket, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes jî birîndar bûn, ku rewşa 16 ji wan giran e. Şewat li qata zemînê dest pê kir û zû belav bû, dûman heta qata çaremîn rabû.

Tîmên agirkujiyê û ambûlansan demildest ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Zêdetirî 160 agirkuj beşdarî operasyona rizgarkirin û veguhestina nexweşan bûn, ku heta sibehê dom kir.

Gelek nexweşên ku hatin rizgarkirin, sewqî nexweşxaneyên din ên herêmê hatin kirin. Sedema şewatê hîn nehatiye diyarkirin û lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.