Trump: Em ê îro an sibê encama agirbesê bo we bêjin

Trump: Em ê îro an sibê encama agirbesê bo we bêjin

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku wê îro an sibê encama pemana agirbesê bo raya giştî bêjin û gelek nêzî lihevkirinêne. Trump weha got:

“Em gelek nêzin ku li ser agirbesê li hev bikin. Em ê encamê îro an sibê ji we re bêjin Ji bo vê şansê me heye.”

Trump, di Ofîsa Oval de ji ber Elon Musk ji ser karê xwe yê DOGE vediqete, merasima xatirxwestina wî li dar xist û di merasimê de behsa agirbesa li Xezzayê û pêvajoya muzakereya Îranê kir.

Trump, li ser peymana Xezayê got ku gelek nêzî encamêne û li benda bersiva Hamasêne. Li ser pêvajoya muzakereyên bernama nuklerî ya bi Îranê re got:

“Ez difikirim ku şansê me heye em bi Îranê re peymanê bikin. Di şûna em wan bombebaran bikin wê pêymanê tercîh bikin. Ez dibêjim wê di wextekî nêzde bicîh were. Bê bombebarana ser Rojhilata Navîn, dibe em peymanekî bikin.”

Trump got ku Çîn îhalala peymana ku wan di baca gumrikê de nisbetê daxistiye, dike û got:

“Piraniya peymanê îhlal kirin. Ez ê bi serok Şi re biaxifim û ez bendeme ku em ê çareser bikin.”

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.