Şanda Iraqê ji bo mijara mûçeyan serdana Hewlêrê dike

Şanda Iraqê ji bo mijara mûçeyan serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê îro 1ê Hezîranê şandeke Çarçoveya Hemahengiyê serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Li gorî agahiyan, armanca şandê ew e ku bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser mûçe û mafên darayî yên Kurdistanê de gotûbêjê bike.

Wezareta Darayî ya Iraqê biryar dabû ku mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê sedem bibire. Li ser vê biryarê, doh 31ê Gulanê aliyên Kurdistanî bi serpereştiya Desteya Rêveber a Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê civiyan û piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş gotin:

"Li gorî Destûra daîmî ya Iraqê û biryare Dadgeha Federal û yasaya fermanberan û mûçegirên Iraqê û peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, divê Hikûmeta Federal erkên xwe yên li hember gelê Herêma Kurdistanê bicîh bîne. Divê hikûmeta federal ji siyaseta birçîbûn û zextê li ser Herêma Kurdistanê dûr bisekine, ji ber ku ev siyaset, ji bilî kûrkirina pirsgirêkan, guhertinên pir û bilez ên li herêmê jî paşguh dike, ji ber vê yekê ew ê ne di berjewendiya kesî de be."

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.