Balafirgeha Mûsilê ji bo seferên navdewletî amade dibe

Balafirgeha Mûsilê ji bo seferên navdewletî amade dibe

PeyamaKurd – Balafirgeha bajarê Mûsilê yek ji projeyên Herêma Kurdistanê û Iraqêye. Blafirgeh 3 sale ku tê de dixebitin da bo seferan amade bikin. Wê balafirgeh di 10ê Hezîranê de bo ceribandina seferan bikeve ber xizmeta rêwiyan.

Merasima vekirina balafirgehê wê bi tevlûbûna serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani bicîh were. Serokê dezgeya deriyên sînor yên Iraqê Ömer Wayli bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Di 10ê Hezîranê de wê bi tevlîbûna serokwezîr balafirgeh wekî ceribandin bê vekirin.”

Xebata amadekirina balfirgehê di 10 ê Tebaxa 2022an de ji aliyê serokwezîrê wê demê Mustafa Kazımi de hatibû destpêkirin. Bi temamkirina nûjenkirina balafirgehê re, bo seferên navxwe dixebitî lê niha wê bo seferên navdewletî jî dê bixebite.

Balafirgeh, di sala 2021an de bo amadekirinê ji aliyê şîrketekî Fransiz û Erebistana Saûdî de dihat amadekirin. Endamê meclisa bajarê Mûsilê Ahmed Duberdani bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Wê salane kapasîta wê 550 hezar rêwî be. Ji bo aboriya Mûsilê û hem bo esasê lojîstîka Mûsilê girîng e.”

Balafirgeh di sala 1920an de hatiye avakirin û li ser 1.200 donumî ava bûye.

Balafirgeh, ji ya Hewlêrê bêhtir nêzî Duhok û Zaxoye.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.