Cengiz Çandar bû namzedê DEM Partiyê yê seroktiya parlamentoyê

Cengiz Çandar bû namzedê DEM Partiyê yê seroktiya parlamentoyê

PeyamaKurd – Parlamenterê Diyarbekir ê DEM Partiyê Cengiz Çandar, wek namzedê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat destnîşankirin.

Li gorî zanyariyan DEM Partîyê îro 30yê Gulanê navê Çandar bo namzediya hilbijartinên seroktiya parlamentoyê diyar kir û serlêdana pêwîst bo namzediyê hate kirin.

Biryare gera yekem a hilbijartinên seroktiya parlamentoya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bêne kirin. Di gera yekem û duyem de 400 deng ji 600 dengan ji bo hilbijartina serok pêwîst e. Di gera sêyem de 301 deng pêwîst e.

Heger di dengdana sêyem de piranî neyê bidestxistin, ji bo du namzedên ku dengên herî zêde standine gera çaran dê were kirin û namzedê dengên herî zêde bistîne dê bibe serok.

Li gorî zanyariyan wê AK Partî û MHPê cardin Numan Kurtulmuş wek namzedê xwe yê hevpar destnîşan bike.

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.