Pêla 5emîn a operaasyonên gendeliyê li dijî CHPyê li dar diket: 5 şaredar û e parlamenterên berê jî hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Îro, 31ê Gulana 2025an, di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) û şaredariyên navçeyan hatiye destpêkirin, pêla 5emîn a operasyonan dest pê kir.
Di çar lêpirsînên cuda de, ji bo 47 kesan bi tohmetên gendeliyê, bertîlxwarinê, sextekariya di îhaleyan de û pereşûştinê biryara binçavkirinê hate dayîn.
Di nav kesên ku fermana binçavkirinê ji bo wan hatiye derxistin, Şaredarê Büyükçekmeceyê Hasan Akgün, Şaredarê Gaziosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Avcilarê yên Stenbolê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Ceyhanê Kadir Aydar, Şaredara Seyhanê Oya Tekin, Parlamenterê berê yê CHPê Aykut Erdoğdu, endamê Meclîsa Partiyê ya CHPyê Baki Aydöner û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Erdal Celal Aksoy hene. Her wiha, Rêveberê Giştî yê Şirketa İSFALT a İBBê Burak Korzay, Rêveberê Giştî yê Şirketa Agaç A.Ş. Al Sukas, Alîkarê Şaredarê Beşîktaşê Ozan İş, Alîkarê Şaredarê Avcilarê Erhan Daka, Alîkarê Şaredarê Beşîktaşê Alîcan Abaci, Alîkarê Şaredarê Avcilarê Mehmet Mandaci, Alîkarê Şaredarê Büyükçekmeceyê Riza Can Özdemir û Alîkarê Şaredarê Büyükçekmeceyê Ömer Kazancı jî di nav lîsteyê de ne.
Operasyon li gelek navnîşanan bi lêgerîn û binçavkirinê dewam dike. Tê payîn ku di saetên pêş de rayedar daxuyaniyeke berfireh li ser sedem û naveroka operasyonê bidin.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.





