Serok Barzanî: Divê pirsgirêkên li Iraqê li ser esasê destûrê bên çareserkirin

PeyamaKurd ‐ Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li mala xwe ya li qeza Selahedîn ya Hewlêrê pêşwaziya heyeteke êlên Ereb, rûber û navdarên Mûsilê kir.
Li hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çareserkirina kêşeyên pêkhateyên Iraqê tenê di çarçoveya destûrê de û bi pabendbûna bi pirensîpên şirîkatî û hemahengî û sazîbûnê dibe.
Mesûd Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Yekane rêya derbaskirina qeyranên li Iraqê ew e ku hemû alî di çarçoveya rêzgirtin û hevkariya li ser esasê destûrê de tevbigerin, ev prensîb bû bingeha avakirina Iraqê piştî sala 2003an."
Serok Barzanî amaje bi kêşeyên berê yên di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de jî kir û ragihand ku, ev nakokiyên han ti carî nebûne sedema dijminatiya gelan û got: “Ti caran nakokiyên rasterast di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de çênebûne û ev ji bo me dîrokeke serbilind e.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, endamên şandê spasiya hevxemiya gelê Kurdistanê di dema êrişên DAIŞê de kirin û bi bîr xistin ku bi sed hezaran welatiyên Iraqê yên ji Mûsilê û navçeyên din li Herêma Kurdistanê bûne mêvan.
Herwiha bal kişandine ser wê yekê ku Hêzên Pêşmerge gelek navçeyên Mûsilê ji destê DAIŞê derxistine û ragihandin ku ev qurbanîdana dîrokî nayê jibîrkirin.





