Erebistana Siûdî û Qeter piştgiriya aborî didin Sûriyê

Erebistana Siûdî û Qeter piştgiriya aborî didin Sûriyê

PeyamaKurd ‐ Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd di kongirekî rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî li Şamê got, "Kraliyet dê ligel Qeterê piştgiriya aborî ya hevbeş bide karmendên dewletê li Sûriyê."

Al Siûd li Şamê bi Şeybanî re hevdîtin kir. Wezîr Feysel Bin Ferhan di kongirekî rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê sûrî Şeybanî got, "Kralîyet wê ligel Qeterê piştgirîya aborî ya hevbeş bide karmendên dewletê li Sûrîyê," bêyî ku hûrgulî derbarê piştgirîya darayî bide.

Feysel Bin Ferhan da zanîn ku Erebistana Siûdî wê berdewam be yek ji piştevanên sereke yên proseya avadankirin û vegerandina aborî ya Sûriyê, Feysel Bin Ferhan got ku ew ligel şandeke pilebilind ku berpirsê aborî ye hatiye Şamê.

Wezîrê Erebistana Siûdî got, "Ji bo xurtkirina hevkariyê di warên cuda de wê bi hevtayên xwe yên Sûriyeyê re hevdîtin bên kirin."

Wezîr Feysel Bin Ferhan di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Şamê de bi Serokomarê Sûriyê Ehmed El Şara re jî civiya. Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina hevkariyên di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.