Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê 9 girtî bi dar ve kirin: 4 ji wan Kurd in

Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesarê 9 girtî bi dar ve kirin: 4 ji wan Kurd in

PeyamaKurd – Di rojên Sêşem û Çarşemê, 27 û 28ê Gulana 2025an de, li Girtîgeha Qezelhesarê ya Kerecê, herî kêm 9 girtî, di nav wan de girtiyekî siyasî, 4 girtiyên Kurd û girtiyekî xelkê Efxanistanê, hatine bidarvekirin. Ev girtî berê bi tohmetên wekî “sîxuriya ji bo Îsraîlê”, “kuştina biqest”, “destdirêjî” û “madeyên hişbir” mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, sibêha Çarşemê, 28ê Gulana 2025an, Pêdram Medenî, girtiyê 41 salî yê xelkê Tehranê, ku bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatibû cezakirin, li Girtîgeha Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hate bidarvekirin. Herweha, heman rojê, 5 girtîyên din bi navê Hucet Hewasîzade (36 salî, xelkê Gerawenda Koyeştê), Şehriyar Elî Abadî (27 salî, xelkê Kirmaşanê), Seyîd Ebas Lekî (37 salî, xelkê gundê Xesrewavaya Dêlfanê), Efşîn Îzetî (33 salî, xelkê Tehranê) û Mecîd Behramî (naskirî bi Mecîd Xelîfe, xelkê Tehranê) hatine darvekirin. Li gorî çavkaniyeke agahdar a Hengawê, Hucet Hewasîzade pênc sal berê, Şehriyar Elî Abadî sê sal berê, û sê girtiyên din jî bi tohmetên têkildarî madeyên hişber hatibûn cezakirin.

Ji aliyekî din ve, li gorî malpera Roknayê, roja Sêşemê, 27ê Gulana 2025an, girtî li heman girtîgehê hatine darvekirin. Yek ji van girtiyan, Husên Yarî, xelkê Xuremavayê, ku çar sal berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû cezakirin, hatiye nasnamekirin. Herwiha, girtiyekî xelkê Efxanistanê, ku heft sal berê bi tohmeta kuştina biqest, û girtiyekî din bi tohmeta destdirêjiyî hatibûn cezakirin, hatine darvekirin.

Heta niha, nûçeya darvekirina çar girtiyan di medyaya fermî ya hikûmetê de hatiye belavkirin, lê nûçeya darvekirina pênc girtiyên din nehatiye ragihandin.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.