Daxuyaniya Amerîkayê li ser hevdîtinên Rojava û Şamê

Daxuyaniya Amerîkayê li ser hevdîtinên Rojava û Şamê

PeyamaKurd ‐ Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê hevdîtinên şanda Şamê û şanda Rêveberiya Xweser a Rojava de daxuyaniyek da û got, “Hemû beşên civaka Sûriyê derfeta jiyana hevbeş heye.”

Şanda Rêveberiya Xweser roja Şemiyê gihişte paytexta Sûriyê Şamê û endamekî şandê ji çapemeniyê re ragihand ku dibe gera yekem a danûstandinan îro dest pê bike.

Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî, Amerîka ligel gelê Sûriyê ye, di nav de kêmîneyên olî û etnîkî yên weke Xiristiyan, Durzî, Elewî û Kurd jî hene.

Berpirsê wezaretê got, "Em piştgiriya xwe ji bo veguheztina siyasî ku endamên van civakan di astên herî bilind de vedihewîne dubare dikin û nîşan dide ku rêveberiya baş a ku ne mezhebî ye baştirîn rê ye ji bo pêşîgirtina li pevçûnên din."

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.