Zêbarî: Ambargoya mûçeyan li ser Kurdistanê biryareke siyasî û plankirî ye!

Zêbarî: Ambargoya mûçeyan li ser Kurdistanê biryareke siyasî û plankirî ye!

PeyamaKurd ‐ Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand, biryara hikûmeta Iraqê ya neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê, biryareke plankirî û siyasî ye û dê encamên wê jî hebe.

Zêbarî ku bertek nîşanî biryara Wezîrê Darayî ya Iraqê ya neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê da û ragihand, di dema ku Iraq ber bi hilbijartinên giştî ve diçe, ne di berjewendiya Serokwezîrê Iraqê û Lijneya Hevrêziyê ya desthilatdar de ye ku biryareke wiha bidin û wiha got:

"Birêz Sûdanî û Çarçoveya Koordînasyonê ya desthilatdar dê bi çi rengî bibe sedema qeyranek di fînansekirina mûçeyên karmendên parêzgehan de dema ku welat ber bi hilbijartinên neteweyî ve diçe?"

Zêbarî di nivîsa xwe ya bi zimanê Erebî de ragihand ku neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê bûye û wiha berdewam kir:

"Dibe ku pirsgirêkên teknîkî hebin, lê biryara Wezareta Darayî bêguman biryareke siyasî û plankirî ye li dijî herêmeke destûrî û bêguman wê encamên wê hebin."

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.