Aliyên Kurdistanê bi amadebûna Serok Barzanî dicivin: Helwesta li hember Bexdayê tê diyarkirin

Aliyên Kurdistanê bi amadebûna Serok Barzanî dicivin: Helwesta li hember Bexdayê tê diyarkirin

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku civîneke berfireh bi beşdariya Serok Barzanî li dar bixin.

Hate ragihandin ku banga PDKê gihîştiye partiyên Herêma Kurdistanê û biryar e civîn sibe saet 11:00ê berî nîvro li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî were lidarxistin.

Tê çaverêkirin, di civînê de mijara sereke diyarkirina helwesta li hemberî Bexdayê be ku mûçe ev nêzî sê meh in nehatine şandin.

Hêjayî gotinê ye, biryara Wezîrê Darayî yê Iraqê ya rawestandina şandina mûçeyan, li Herêma Kurdistanê bûye sedema nerazîbûnan û fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Fraksiyonên Kurdistanê bang li Iraqê kirine ku destûrê binpê neke û  dibêjin: "Ev biryar wekî armanckirineke siyasî û binpêkirina destûra Iraqê tê hesibandin û me ji Serokwezîr (Mihemed Şiya Sûdanî) xwestiye ku bi lez û bez midaxele bike ji bo şandina meaşê karmendên Herêma Kurdistanê û mafê welatiyên xwe bi ti nakokiyên siyasî û teknîkî ve girê nede, ji ber ku meaş ne qencî ye, belkî mafekî destûrî û mirovî ye ku bi destûr û qanûnan ji bo xwediyên xwe hatiye misogerkirin."

Ev nivîs 149 car hatiye xwendin.