Zelenskiy: Rûsya xwe ji bangên agirbestê re kerr dike

Zelenskiy: Rûsya xwe ji bangên agirbestê re kerr dike

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, di demeke ku hevdîtinên bo agirbestê yên li Stenbolê rawestiyane de ragihand ku Rûsya xwe ji bangên cîhanê yên agirbestê re kerr dike û heta niha jî nivîsa rêkeftinameyê radest nekiriye.

Zelenskiy got ku Rûsyayê tevî soza daye jî nivîsa rêkeftinameya agirbestê radest nekiriye û ne Ukrayna ne jî Tirkiyê ti belgeyek wernegirtine.

Herwiha diyar kir ku ew girîngiyê didin hewlên dîplomasiyê yên Tirkiyê û ji bo parastina yekparçebûna Ukraynayê jî minetdarê Tirkiyeyê ne.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan du roj in li Ukraynayê dîplomasiya bo agirbestê dimeşîne ku beriya serdana Ukraynayê jî çûbû Moskowê û bi Pûtîn re jî hevdîtin kiribû.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.