Ji Rojavayê Kurdistanê alîkariya Cejna Qurbanê bo peravên Sûriyê

PeyamaKurd - Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê karwanê 3yemîn ê alîkariyên mirovî ji bajarê Tebqayê ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve şand.
Hate ragihandin kuu di karwanê de 6 hezar pakêtên xwarinê hene û çaverê ye sibe karwan ji bajarê Reqayê derkeve û ber bi herêmên peravê ve biçe.
Li gorî daxuyaniya komeleya navborî, ji Adara îsal ve karwanê 3yemîn ê alîkariyên mirovî ye ji herêmên Rêveberiya Xweser ber bi deverên peravê ve tê şandin.
Hêjayî gotinê ye, di navbera 7-10ê Adarê de li herêmên perava Sûriyê ku civaka elewî lê dijî êrîşên komkujîyê hatibûn encamdan ku li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kesên hatine kuştin û navên wan belgekirî hezar û 676 kes in.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




