Ji PDKê peyama YNKê: Em partiya we ya têkoşer pîroz dikin

Ji PDKê peyama YNKê: Em partiya we ya têkoşer pîroz dikin

PeyamaKurd- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 1ê Hezîranê bi boneya salvegera 50 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek pîrozbahiyê belav kir û ragihand: ‘’Bi boneya vê derfetê careke din em rijd in li ser hemahengî û yekgirtina navbera xwe û mil bi milê hêz û aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê.’’

Peyama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê:

“Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Birêz Bafel Celal Talabanî

Endamên Polîtburoyê yên hêja û rêveberiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em bi germî we, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer pîroz dikin û ji we re berdewamî û serkeftinê dixwazin.

Bi vê boneyê, em careke din tekezî li ser hemahengî û yekîtîya di navbera me û mil bi milên hêz û aliyên din ên siyasî yên li Kurdistanê dikin, da ku erkên xwe yên hevpar di vê serdema dijwar û guherbar de bicîh bînin û em destkeftiyên xwe biparêzin û pêkhateya rewa ya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.