Lubnanê 6 deriyên sînorî yên bi Sûriyê re girtin

Lubnanê 6 deriyên sînorî yên bi Sûriyê re girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Lubnanê du roj berê 6 dergehên din ên neyasayî bi Sûriyê re girtin. 

Li gorî ragihandina  Ajansa Niştîmanî ya Lubnanê, artêşê li bajarokê Yehyofa–Be´lbek a ser sînorê Bakur û Rojhilat bi Sûriyê re, 6 dergehên neyasayî girtin.

Ajansê diyar kir ku ji bo rûbirûbûna derbasbûna neyasayî û çalakiyên qaçaxçiyê dergeh hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye, 22yê Adarê jî 4 deriyên neyasayî li ser Sînorê Lubnan-Sûriyê li devera Qesr-Hermel hatibûn girtin. Beriya wê jî 3 deriyên neyasayî li deverên El-Qa’, Mişrîfa û Dewra hatibûn girtin.

Piştî ketina rejîma Esed, Encûmena Wezîran a Lubnanê biryar daye ku komîteyeke wezîran pêk bîne ji bo pêşniyarkirina rêkarên pêwîst ji bo kontrolkirina sînorê bi Sûriyê re.

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.