Îsraîlê li nav Sûriyê xaleke din a leşkerî danî

Îsraîlê li nav Sûriyê xaleke din a leşkerî danî

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li gundewarên bakurê Qunaytîrayê bendeke leşkerî li ser rêya Heder û Terecê danî. Artêşê bi vê bendê re tevgera çûnûhatina jî qedexe kir.

Hate diyarkirin ku li herêma Telûl El Humer a bakurê parêzgehê jî 5 tank tevî 100 leşkerên îsraîlê bi cih bûn.

SOHRê diyar kir ku li devera di navbera bajarokên Beyt El Cin û Heder de jî erebeyên leşkerî bi cih bûn.

Artêşa Îsraîlê 9ê Nîsanê ketibû gundê Terencê û operasyona kontrolkirina deverê pêk anîbû.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.