Kêmasiya budceya DYAyê kêm dibe, dahatên baca gumrikê rekor dişikînin

Kêmasiya budceya DYAyê kêm dibe, dahatên baca gumrikê rekor dişikînin

PeyamaKurd – Kêmasiya budçeya hikûmeta federal a Amerîkayê di meha Gulanê de li gor heman meha par ji sedî 9 kêm bû û derket 316 milyar dolarî.

Bi polîtîkaya gumrikê ya Trump dahata baca gumrukê di meha gulanê de li gor heman heyama par ji sedî 270 zêde bû û derket 23 milyar dolarî.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê rapora bîlançoya budceya meha Gulanê eşkere kir.

Li gorî vê yekê di meha heştemîn a sala malî ya 2025an de ku ji 1ê Cotmeha 2024an dest pê kir û wê di 30ê Îlona 2025an de biqede, kêmasiya butçeya hikumeta federal 316 milyar dolar hat hesabkirin.

Hikûmeta federal di Gulana sala borî de 347 milyar dolar kêmasiya budçeyê hebû. Bi vî awayî kêmbûna budçeyê di meha Gulanê de li gor heman meha par ji sedî 9 kêm bû.

Hêviya bazarê ji bo bîlançoya budceyê di vê heyamê de ji bo kêmbûna 314,3 mîlyar dolar bû.

Dahata hikûmetê di meha Gulanê de ji sedî 15 zêde bû û derket 371 milyar dolarî, lêçûnên hikûmetê jî ji sedî 2 zêde bû û derket 687 milyar dolarî.

Hêjayî gotinê ye ku dahata baca gumrikê di meha Gulanê de li gorî heman heyama sala borî ji sedî 270 zêde bûye û li gorî siyaseta gumrikê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, gihîştiye 23 milyar dolaran.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.