Komîsyona YEyê ji bona li ser baca gumrikê biaxifin diçe DYAyê

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ji bona li ser baca gumrikê biaxifin, diçe DYAyê. Ji nav komîsyonê endamê ji bazirganiyê berpirs Maros Sefcovic ji bo li ser tarîfeyên bacên gumrikê biaxife di 15ê Nîsanê de diçe Washingtonê.
Sefcovic, di çarçova seredana xwe de wê bi DYA re li ser bacên gumrikê û mijarên din yên bazirganî biaxife.
Li ser mijarê Gill got ku divê her dû teref ji tiştên ku zerarê bidin aboriya kureyî xwe dûr bixin û wê Sefcovic bi niyeta qenc here Washingtonê û heya karibe li ser çareseriyan raweste.
Sefcovic, wê bi wezîrê bazirganiya DYAyê Howard Lutnick û nûnerê bazirganiya DYAyê Jamieson Greer û yên weke wan re li ser masê rûnê.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




