Komîteya Serokatiya Sûriyê ji bo temamkirina rêkeftinê bi Mezlûm Ebdî re dicive

PeyamaKurd - Kanala Cezîre ragihand ku serokatiya komara Sûriyê lijneyeke 5 kesî ji bo temamkirina rêkeftina ligel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) pêk aniye.
Hate diyarkirin ku lijne bi seorkatiya parêzgarê berê yê Dêrezorê Husên Selam pêk tê û wê di demeke nêzîk de civîna komîteya ku ji aliyê Serokatiya Komara Sûriyê ve hatiye pêkanîn bi Fermandarê Giştî HSDê Mezlûm Ebdî were lidarxistin.
Li gorî nûçeyê wê civîna navbera komîteyê û Mezlûm Ebdî roja çarşema bê li parêzgeha Hesekê pêk bê.
Hate diyarkirin ku wê ew lijne serpereştiya cîhbicîhkirina wê rêkeftinê bike ku ji aliyê Serokê veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ve hatiye îmzekirin û dûvçûnê li ser hûrgiliyan bike.
Herwaha piştre jî lijneyeke taybetmend wê bê pêkanîn ji bo temamkirina pirsa aborî û siyasî û leşkerî ya ku di rêkeftinê de hatiye behs kirin.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




