Lavrov: Krîza Ûkraynayê tenê bi rakirina sedemên bingehîn çareser dibe

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Almatiya Qazakistanê beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derve bû û piştî civînê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Lavrov got, krîza Ûkraynayê tenê bi rakirina sedemên bingehîn çareser dibe û Donald Trump dixwaze pirsgirêkê fam bike, lê vegera li sînorên 1991ê ne pêkan e.
Wî anî ziman ku têkiliyên bi Amerîkayê re li gorî berjewendiyên neteweyî ne û pevguhertina girtiyan dibe alîkar ji bo avakirina pêbaweriyê.
Lavrov tekez kir ku ji bo ji nû ve destpêkirina geştên asmanî divê cezayên li ser Aeroflotê bên rakirin, lê Amerîkayê hê gav neavêtiye.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




