Leyen: Dinya bi xeyalên împeretoriyê têşe digre

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen di merasîmeke li Almanyayê de got: "Me texmîn dikir ku em dikarin bi qezenca aştiyê piştrast bin. Lê ev dem bi dawî bû. Dinya dîsa bi xeyalên împeretoriyê û şeran ve têşe digire."
Leyen xelata Şarlman a ku ji sala 1950yan ve ji kesên ku xizmeta mezin li Ewropayê kirine re tê dayîn, wergirt. Leyen di axaftina xwe de got ku pêwîste Ewropa "Pax Ewropa"yeke nû ava bike da ku ji aliyê xwe ve were birêvebirin.
Leyen destnîşan kir ku pergala navneteweyî ya ku berê pê bawer bûn, lez bi lez têk çûye û êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê wekî werçerxa vegera rastiyên kevn ên dehsalan berê nirxand.
Von der Leyen got: "Dijminên civakên demokratîk dîsa bi hilgirtina çekan tevdigerin. Nimûneya herî zelal, şerê bêrehm û hovane yê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li dijî Ukraynayê daye destpêkirin e.”
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




