Li Awistriyayê xwendekarekî gule li dibistanekê reşandin: 11 kesan can da

PeyamaKurd – Îro berbangê, li dibistana BORG Dreierschützengasseyê ya li bajarê Grazê Awistiryayê, êrîşeke çekdarî ya xedar qewimî. Berdevkê polîsan Fragihand ku di encama êrîşê de 11 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên destpêkê, êrîşkar, ku tê gotin xwendekarekî zanîngehê ye, bi awayekî bêserûber li 2 polên dibistanê gule reşand û piştre xwe kuşt.
Hêzên Taybet bi lez midaxeleyî bûyerê kirin û dibistan hate valakirin.
Raporên çapemeniya Awistriyayê diyar dikin ku çêdibe ku sedema êrîşê zordariya li dibistanê be, lê ev yek hêj nehatiye piştrastkirin.
Hikûmeta Awistiryayê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û bûyer bi tundî şermezar kir.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





