Li Florida balafir ket û tê de 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li eyaleta Florida ya DYAyê balafira tîpa Cessna 310 ket û tê de 3 kes mirin. Rêvebiriya Ferderal ya Hewageriyê (FAA), ragihand ku li Florida li bajarê Boca Ratonê balafira bi cot motor ya Cessna 310 ketiye û tê de 3 kes mirine.
Balafir, piştî bi hewa ketiye 20 deqe bi şûn de ketiye û di encamê de 3 kes mirine, li alavekî ketiye û xesarê dayê û di alavê de kesekî birîndar bûye.
Ji tîma îtfaiya Bocayê Michael LaSalle li ser qezayê di civîna çapemeniyê de gotiye:
“Bi îhtîmaleka mezin pirsgirêka mekanik ya balafirê hebûye û ket ser Military Trailê. Li erdê jî erebeyekî hebû. Kesekî di erebê de birîndar bû.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




