Li Kolombiyayê erdhejeke 6.3 pileyî çêbû!

PeyamaKurd - Li welatê Kolombiyayê yê Amerîkaya Başûr erdhejeke 6.3 pileyî çêbû.
Li Kolombiyayê erdhejeke 6.3 pileyî çêbû.
Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 17 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarokê Paratebueno yê li herêma îdarî ya Cundinamarca ya welêt bû.
Erdhej, ku bi kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan çêbû, li paytext Bogota û bajarên derdorê hat hîskirin.
Xizmeta Jeolojîk a Kolombiyayê mezinahiya erdhejê wekî 6.4 ragihand û hat ragihandin ku lerz di saet 08:08an de bi dema herêmî çêbûye.
Li gorî çapemeniya Kolombiyayê, di erdhejê de tu wendahiyên can an mal çênebûne.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




