Li New Yorkê helîkopterek ket çemê Hudson, 6 kes mirin!

Li New Yorkê helîkopterek ket çemê Hudson, 6 kes mirin!

PeyamaKurd – Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê helîkopterek ji ber sedemeke nediyar ket çemê Hudsonê. Di encama qezayê de kesek li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 kes jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Ji bo tespîtkirina sedema qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku li New Yorkê helîkopterek li Çemê Hudsonê ketiye.

Midûriyeta Polîsan a New Yorkê (NYPD) bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî qeza ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helîkopterek li Çemê Hudsonê ketiye û ji ber qezayê ekîbên alîkariya ewil sewqî herêmê hatin kirin.

 
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.