Maduro ji DYAyê re: Em ê tu carî serî netewînin!

Maduro ji DYAyê re: Em ê tu carî serî netewînin!

PeyamaKurd - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku ew ji bo destwerdaneke leşkerî ya muhtemel a DYAyê amade ne û got, "Em ê tu carî serî li ber împaratoriyê netewînin, em ê di şerê çalak de bi israr bisekinin."

Maduro li paytext Caracasê, di axaftina xwe de ji alîgirên xwe xwest ku endamên Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê (PSUV) bêtir bi raya giştî re têkilî daynin.

Maduro, bi îşareta çalakiya leşkerî ya DYAyê li herêma Karayîbê ragihand ku wê planên çalakiyê yên nû ji bo derbasbûna qonaxa têkoşîna çekdarî û parastina serweriya neteweyî werin ragihandin.

Maduro bi destnîşankirina ku welat xwedî pergaleke parastinê ye ku bi dehsalan hatiye avakirin got, "Em ê tu carî serî li ber împaratoriyê netewînin, em ê di şerê çalak de bi israr bisekinin. Ez guman nakim ku ev gel ji bo her tiştê ku pê re rû bi rû bimîne amade ye."

Maduro tekez kir ku ew di bin gefa êrîşa emperyalîst de ne û zû yan dereng wê serî li têkoşîna çekdarî bidin û got, "Tenê dewlemendiya ku em xwedî ne exlaq û ruhaniyeta me ya kûr e; ev dewlemendiya me ya neşikestî ye li hember olîgarşî û împaratoriyan."

Di nav rojê de, Maduro bi fermandaran re civiya û rewşa heyî ya Hêzên Çekdar ên Bolîvarî yên Neteweyî yên Venezuelayê (FANB), yekîneyên şer ên paramîlîter û Milîsên Bolîvarî yên Neteweyî nirxand.

Maduro "Plana Serbixwebûna 200" nirxand, ku ji bo ewlekirina serxwebûn û aştiya welêt hatiye çêkirin.

Wekî beşek ji planê ku di çarçoveya doktrîna parastina neteweyî de hatiye çêkirin, yekîneyên şer ên neteweyî û milîs li 284 eniyên welêt hatin bicihkirin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.